Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, îro li navçeya bajarê Mûşê li Kopê, di mîtînga ku ji aliyê BDPê ve hate lidarxistin de axifî. Demîrtaş, di axaftina xwe de xweşhaliya xwe a ji bo ku bê mirin grevên birçîbûnê bidawîbûne îfade kir û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku, bila werin bi wan re rûnin û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Demîrtaş anî ziman ku ji xwe armanca çakakiya grevên birçîbûnê jî ev bû ku, mizakere bêne destpêkirin.
Demîrtaş wiha axifî: “Gelê Kurd bi nasnameya xwe, bi awakî azad dixwaze xwe rêve bibe. Ev grevên birçîbûnê bi vê armancê hatin kirin. Pêwiste tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ji nû ve diyalog destpê bike. Ji bo ku em pêşiyê li mirinan bigrin, ji îro pê ve pêwiste em bi hev re rûnin û pirsgirêkê di nav xwe de çareser bikin. Pêwiste hikumet û serokwezîr hesas nêzika pêvajoyê bibin û hîn cidî di ser pirsgirêkê de xwar bibin.”