Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di hevpeyvîneke xwe de li gel televîzyona Tirkî CNN TURK, got, “Li Mexmûrê terorîst têne perwerdekirin, ewê li Mexmûrê jî bidin û derbasî Mexmûrê bibin, ji ber ku UN nikaribû meselê çareser bike. Eger hikûmeta Îraqê dikaribû terorîstan ji Qendîl û Şengalê derxîne, bila bi karê xwe rabe, lê eger nikaribû em destûrê ji kesekî naxwazin, emê derbasî Şengalê bibin, derbasî Qendîlê jî bibin”
Erdogan got, Şengal bûye Qendîleke biçûk.