Serrûpel Nûçe Serok Barzanî pêşwaziya parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm kir

Serok Barzanî pêşwaziya parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm kir

Belav bike

Li Selaheddîn Serok Barzanî bi Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr.Necmeddîn Kerîm re civiya.

Îro, Pênşemê 7.6.2018 li Selaheddîn Serok Barzanî bi parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm re civiya, di civînê de rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî idareya Herêma Kurdistanê, hevkêşeyên siyasî piştî Helbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêşhateyên dawî, herwiha helwesta aliyên siyasî derbarê pêşeroja Iraqê hat gotûbêj kirin.

Di heman civînê de behsa biryara girtina Dr.Necmeddîn Kerîm hat kirin, derket ku, dadwerê biryara girtina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derxistî her ewe yê biryara girtina Parêzgarê rewa yê Kerkûkê jî der kiriye, ew yeke jî bi sedema xiyaneta 16ê Cotmehê û berdewamiya wê xiyanetê ye. Basnews