Serrûpel Nûçe Greva birçîbûnê çawa bi dawî bû?

Greva birçîbûnê çawa bi dawî bû?

Belav bike
Greva birçîbûnê gihişte roja 67’an. Ji nişkê ve peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi rêya birayê wî Mehmet Ocalan hat “zû greva birçîbûnê bidawî bikin.”

Gelo, greva birçîbûnê çawa bi dawî bû? Ya li pişt perdê çi ye? Dewletê û Serokê PKK’ê lihevkirin?

 Li gor nivîseke rojnameya Radîkal ya Tirkiyê, di pêvajoya rojiya birçîbûnê de heyeteke dewleta Tirkiyê (ji MÎT) 3 caran serdana gireva Îmraliyê kiriye û bi Serokê PKK Ocalan re civiya ye.

Li gor jêderê “Vê carê ne pirsa Kurdî û PKK, lê belê pirsa greva birçîbûnê hate ser maseyê. 

Heyet 3 caran çû Îmraliyê. Di yek ji van serdanan de carekê berpirsekî bilind yê MÎT jî amade bû.

Ji Ocalan daxwaz kirin ku greva birçîbûnê bi dawî bike.

Her çiqasî Leyla Zana got “dê Serokwezîr qeyranê çareser bike”, lê Hikûmetê xwest bi riya Ocalan çareser bike.

Ji ber vê çendê BDP muxatab nehate girtin.

Di berdewamiya nivîsê de tê gotin BDP ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re got ku Mehmet Ocalan dixwaze biçe hevdîtina Îmraliyê. Wezaretê jî bi keştiya nû birayê Ocalan şande Îmraliyê. Daxuyaniya Abdulah Ocalan a bidawîkirina greva birçîbûnê di vê qonaxê de hat.

Hêjayî gotinê ye, di heman rojê de Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç jî daxuyaniyek da û got ku, li gorî pêşketinên dibin, temasên heyîn dibe ku di her kêliyekê de greva birçîbûnê bi dawî bibe. Di heman rojê de Mehmet Ocalan daxuyaniya birayê xwe Serokê PKK Abdulah Ocalan ji bo dawîkirina greva birçîbûnê ragihand.

 

Avestakurd