Serrûpel Nûçe Zarokê wî 5.5 mehî mir û ew û hevjîna xwe û kurê...

Zarokê wî 5.5 mehî mir û ew û hevjîna xwe û kurê xwe birîndar bûn – foto

Belav bike

Rojnamevan Siddik Eren qezaya trafîkê derbas kir û zarokê wî (5.5 meh) mir û ew û hevjîna xwe birîndar bûn.

Li ser Qul-Sîlwan, kontrola otombîlê ji destê Eren derdikeve, otomobîl diqulibe, piştre giran birîndar dibin, zaroka wî ya 5.5 mehî, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide, ew, hevjîn û zarokê xwe yê din birîndar dibin, ew nexweşxaneya Diyarbekirê hatine dermankirin, niha rewşa wan baş e.

Siddik Eren peyamnêrê K24.

Bila serê wî û malbata wî sax be.

Image may contain: 1 person, smiling, sitting and outdoor

Siddik Eren wiha li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsandiye:

Di qezaya trafiqê de, kurê min (Ronî) rehmet kir. Dost, malbat, hekar û hevrêyên ku serdan kirin, telefon kirin û peyam şiyadin; ji bo her kesekî ku êşa me parvekirin û we hemuyan zor sipasiyên xwe pêşkêş dikim. Xwedayê dilovan heskiriyên bo we, we jî bo heskiriyên we bihêle…