Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, rûdanên li Kurdistana Rojava ji televizyona ÎMC re nirxand. Salîh Muslîm anî ziman ku, me soz daye gelê xwe ku em wana biparêzin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê gelê xwe biparêzin. Muslim wiha got: “Ji ber bûyerên dawiyê yên li Serêkaniyê gel hinekî ketiye nav fikaran. Rewş baş e, li gor derên din, li bajarên me ti pevçûn û mirin tine ne. Hinekî ragêşî heye lê dîsa jî em aramiya xwe diparêzin. Ez texmîn nakim ku pevçûn belav bibin, çimkî gelê Kurd yê Rojava xwe rêxistin kiriye. Gelê me kare xwe biparêze. Heta niha gelê me ji ev komên ku bi destên Tirkiyê tên re gotina xwe a dawîn negotiye. Ger ku bibêje jî wê pirr xirab bibêje. Ji bo vê jî ez bawer nakim ku hinkes rabin û gelê Kurd nerehet bikin. Kurd karin xwe biparêzin. Ti nûnerên siyasî yên artêşa azad a Suriyê tine ne. Loma jî bi wan re ti têkiliyên me yên siyasî çênebûne. Em kesên ku ji artêşa Suriyê reviyane û artêşa azad a Suriyê pêk anîne re rêzê digrin lê komên ku ji derveyî welêt tên hene, herî zêde bi destên Tirkiyê tên û yên ku ketine Serêkaniyê jî vana ne. Vana, a rast ne parçekî artêşa azad in jî. Ji xwe navên din li xwe dikin. Bi xwe re dibêjin El-Şam û hin navê din jî li xwe dikin. Navbera me û wan ne baş e. Vana bi destên rejîma Tirkiyê ketine Serêkaniyê.”
Salîh Muslîm îfade kir ku, gel li van derana xwe rêve dibe, çima hûn tên êrîşa wan dikin. Ku hûn dixwazin bi rejîmê re şer bikin, hêzên rejîmê li van derana tine ne. Ev jî eşkere dike ku nîyeta van tiştekî din e.”