Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dema ji welatê Misirê vegeriya Tirkiyê, der barê rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser pirsekê der barê bidawîkirina greva birçîbûnê de Erdogan got “Ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê peyama Ocalan bibandor bû. Lê di vê mijarê de me tu soz nedaye. Ji berê de em dibêjin çi dema bixwaze dikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê, em hevdîtina bi parêzeran re germ pêşwazî nakin.”