Serrûpel Nûçe Sûretên Saddam serê dêwê çapemeniyê xiste belayê

Sûretên Saddam serê dêwê çapemeniyê xiste belayê

Belav bike

Derkete holê ku sûretên Saddam Huseyîn yên nîvtazî ku bi dizî dema di hepsê de bû hatibûn kişandin û di rojnameyên The Sun û New York Postê de hatibûn weşandin, ew sûretana bi bertîlê bidestxistine. Di Gulana 2005 an de rojnameyên The Sun û New York Postê, sûretên Saddam yên nîvtazî, di hepsê de dema ku pantorê xwe dişo û radizê weşandibûn.
Amerîkayê, ji bo ku kê ew sûretana kişandine derxîne holê û cezakirin bide, lêpirsîn dabû destpêkirin.
Derhênerê rojnameya The Sunê yê wê heyamê Graham Dudman, wê wextê daxuyandibû ku, rojnameyê ji bo ew sûretana  zêdetirî 500 sterlîn daye.
Piştî 7 salan, malpera nûçeyan a The Daily Beast, îdia kiriye ku bi diravên hîn zêde ew sûretên Saddam hatine bidestxistin.
Li Îngiltere, di derbarê lêpirsîna sûretan de, di nav de Graham Dudman jî ku hebû, zêdetirî 50 kes hatibûn binçavkirin.  Ancax Dudman ti ceza nexwaribû.
Niha careke din ev bûyera, di gellek rojname û malperên Amerîkayê de cîh digrin.