Piştî bidawî hatina civînê daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş hate dayîn. Di vê hevdîtinê de ku mijara sereke operasyona Dicîle bû, di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku “Tevgera Artêşa Îraqê aramiya welat xerab dike.” Her du serokan diyarkir ku tevgera Hêzên Operasyona Dicîle ya van rojên dawî li dijî destûrê û gelên Îraqê ye. Her weha hate gotin ku divê destûr neyê danîn têkiliyên Kurd û Şîa bê xerab kirin ji sedema henek kesan. Her weha teqez li dostaniya gelê Kurd û Tirkmenan a dîrokî hate kirin û diyarkirin ku divê ev her du gel zêdetir nêzîkî hev bibin û ji bo vê yekê jî divê zûtirîn dem de gavin bêne avêtin. Her du seroka teqez li ser berdewamiya têkiliya stratêjîk di navbera PDK û YNK’ê de jî kir.
Avestakurd