Li Bayrampaşaya Stenbolê, li taxa Murad, dezgeha tekstîlê a aîda Bulend Çoban, rasta êrîşa komeke nijadperest, a ku ji 30-40 kesî pêk dihat, hat. Sedema êrîşkirina faşîstan jî , çima ku karkerên Kurd li dezgeha tekstîlê muzîka bi Kurdî guhdarî kirine û bi Kurdî axifîne. Koma nijadperest a qelebelix, bi qîrîna “li vira Kurd tine ne” êrîşa dukanê kirine û karkerên ku li dezgeha tekstîlê dixebitîn derp kirine û dezgeh serûbin kirine.
Xwediyê kargehê Bulend Çoban û kûrmamê wî Mehmet Sadik Çoban, berê jî ji aliyê komeke faşîst ve hatibûn tehdît kirin û derbe xwaribûn. Di êrîşê de êrîşkaran ava keliyayî a di çaydank de bera ser karkerê bi navê Mehmet Sadik Çoban dane.
Piştî êrîşê Sadik Çoban rakirine nexweşxana Lêkolîn û Perwerdehiyê a Bagcilarê. 9 kêl avêtine serê Sadik Çoban û bijîşkan 26 roj rapora “nikare kar bike” dane karkerê brîndar. Ji ber ku polîsan di derheqê êrîşkaran de ti kirarî nekirine, diyar dikin ku ew ê serî li Komeleya Mafê Mirovan bidin.