Serrûpel Nûçe Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin

Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin

Belav bike

 Li gor nûçeya Ronahî TV’yê, komên çekdaran ku bi navê Artêşa Azad xwe bi nav dikin, van koman tirimbêlên leşkerî û tankên ku li  Cerablûs û Bab ên Helebê di şerê bi artêşa Sûriyê re destdanîbûn ser derbasî Tirkiyê kirine ji aliyê Tirkiyê derbasî Serêkaniyê kirine. Piştî ev kom derbasî Serêkaniyê bû hêzên YPG’ê bersiv da wan. Hêjayî gotinê ye ku van koman berî du rojan wendahiyên mezin beramber YPG’ê dabûn. Lê niha ev derbasbûn weke hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve tê bi nav kirin û guman heye leşkerên Tirkiyê jî di nava van koman de hebin.

 

Avestakurd