Amerîka bi riya deriyê Sêmalkan 200 kamyonên çek û otombîlên leşkerî gihandine Hêzên Sûrya Demokratîk..
Wê çavkaniyê eşkere kir ku ew alîkariya Amerîka di çarçovêya pêşxistin û bihêzkirina operasyona leşkerî de tê, ya bi navê Bahoza Çizîrê li başûr-rojhilatê parêzgeha Hesekê li dijî çekdarên DAIŞ.
Ev alîkarîya leşkerî ya Amerîka ji bo HSD di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavûşoglû ji ajansa fermî ya Tirkiyê Anadol re ragihandibû ku li gor rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Amerîka ew çekên ku dane HSD, wê careke din ji wan bistîne.
********