Rojnamevan Mehmet Alî Bîrandê ku hefta borî di gellek malperên Kurdî de bû nûçe ku gotiye “ez Kurd im”, li ser ekranên CNNTurkê di weşana zindî de got “ez xwe Kurd nahesibînim, ez Tirk im.” Dibêje, “di nav malbatê de qet behs nehatiye kirin. Salan berê rojekê Şerafettin Elçî ji min re got, “Mehmet Alî ma tu zanî xalê te Kurd e, tu jî Kurd î. Ez Kurdekî asîmîlebûyî me…”
Birand dewam dike, “car caran ji bo min dibêjin “Ermeni ye.” Na ez ne Ermenî me lê ku ez Ermenî bûma min venedişart…”
Di heman bernameyê de îfade dike ku, Ocalan wê rojekê siyasetê bike û têkeve meclîsê, “îro Arafat bû, Şîmon Peres bû, Ocalan jî wê rojekê li Tirkiyê bibe serokê partiyeke siyasî û wê têkeve meclîsê…”