Îro 10.7.2018an, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Den Haag ligel Serokwezîrê Holanda Mark Rutte û hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte pirsa koçberan, şerê li dijî DAIŞê, ewlehiya navçê û zêdekirina hevahengiya di navbera her du hikûmetan bi taybetî di warê zîraetê de gotûbêj dikin.