Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam kalemêrekî temen 80ê salî li gundekî Raco îşkence kirin û tevahiya pereyên wî jî bi zorê ji wî standin.
Çekdarên Feyleq el-Şam ku grûpeke ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriylê ve ye, avêtin ser mala kalemêrê bi navê Mehmê Bilkê, 80ê salî, ji gundê Çopana ser bi Raco ve, û mala wî talan kirin.
Berî hefteyekê, saet 12ê şevê çekdarên grûpa navborî avêtibûn ser mala welatiyê navborî û keça wî girê dabûn û kalemêr îşkece kiribûn û sivkatî pê kiribûn û piştre 600 hezar lîreyên Sûrî ji mala wî dizîbûn.
Welatiyê navborî hostayê lêkirinê bû û li tevahiya herêma Efrînê wekî hostayekî bînasaziyê navdar bû.