Serrûpel Nûçe Asayîşa Dêrikê endamekî PDK-S girt

Asayîşa Dêrikê endamekî PDK-S girt

Belav bike

Endamekî partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-S li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê hat girtin.

Seid Omer, berpirsê ofîsa pêwendiyên niştimanî ya PDK-S ragihand ku şeva borî grûpeke çekdar, Deham Osman, endamê komîteya herêmî ya PDK-S li gundê kelhê yê ser bi Dêrikê ve girtiye.

Li gorî Seîd Omer, şeva borî, derdora saet 11 û 30 xulekê şevê, grûpeke girêdayê PYDê, Deham Osman girtine û heta niha nehatiye berdan.

Deham Osman, Endamê komîteya herêmî ya PDK-sê û endamê ofîsa sekretariya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê li Sûriyê ye û xelkê gundê Kelhê yê ser bi Dêrikê ve ye.