Di destpêka civînê de, serokwezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe ya ji bo Îranê kir û ragihand ku, ew serdan li gor hemû pîvanan serdaneke erênî û serkeftî bû û bû sedema jinavbirina ew sardî û jihevfêmnekirina ku, ketibû nava peyvendiyên di navbera Taran û Kurdistanê de.
Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî eşkere kir ku, Komara Îranê jib o herêma Kurdistanê cîraneke girîng e û ew jî dixwazin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di hemû waran de bihêztir û berfiretir bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa serdana Elî Seîdlu cîgirê serokomarê Îranê yê ji bo karûbarên navnetewî jî kir û ragihand ku, serdana nav hatî bo Kurdistanê bû weke pêvajoyeke nû ya ji bo peyvendiyên heyî yên di navbera her du welatan de û “em weke her du aliyên têkeldar li ser jinavbirina wan asteng û kêşeyên ku, dibin asteng li berdem hatina kompaniyên îranî bo Kurdistanê û berfiretirkirina peyvendiyên heyî li hev kir û me wezaret û aliyên peyvendîdar jî bo wenêrîn û cîhbicîhkirina wan peymanan ku, di dema konferansa abûriya Kurdistan -Îranê de hatibûn îmzekirin erkdar kirine.”
Nêçîrvan Barzanî, herwiha, behsa beşdarîkirina xwe di konferansa aborî û enerjî ya Atlantîcê de jî kir û ragihand ku, di dema beşdarîkirin di vê konferansê de bi Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê re jî hevdîtinek pêk aniye û di vê hevdîtina han de tekez li ser hîn bihêztirin û berfiretirkirina peyvendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.
Piştî bidawî hatina axaftinên Serokwezîrê Kurdistanê, civata Wezîran proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê nirxand û piştî nîqaş û giftûgoyên berfire biryar hate dayîn daku, komîteyek were damezrandin bo paknivîs kirina projeya han di warê rêzmanî û polîn kirina beşên vê projeyê de.
Di berdewamiya vê civînê de rewşa deverên weqetandî û ev aloziyên ku, jiber damezrandina hêzên Dîcleyê li wan deveran de derketine hatin nirxandin û serokwezîrê Kurdistanê jî diyar kir ku, ev liv û tevgerên artêşa Îraqê eger girêdayî bi organîzekirina artêşa Îraqê be ti kêşeyek tuneye lê eger bixwazin ku, hêzên navxwe, Polîs û asayîş jî bixin jêr destê wan hêzan û rewşa ewlekariya wan deveran aloz bikin wê demê ev pêngava han pêngaveke li dijî destûra bingehîn ya Îraqê û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Her di vê derbarê de serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê hêvî xwest ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.
Di çarçoweya vê mijara de civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, her çend liv û tevgerên hêzên Dîcleyê metirsiye bo ser deverên weqetandî lê belê yekhelwestî û yekrêziya tevahiya aliyên Kurdî di vê pirsê de garantiyeke gelek başe bo parastina Kurdistan û destkeftên wê.
Di civînê de budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê hat minaqeşe kirin û ji bona zêdetir nirxandina budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê komîteyek bê pêkanîn.
Di dawiya civînê de biryar hat dan ku, hemû wezaret û saziyên têkeldar, ji bona çalakiyên hefteya rûbirûbûna şideta li dijî jinan, hevahengî û hevkariyê bi hev re bikin. Herwesa hemû wezaret û saziyên peywendîdar, ji bona bîranîna 25 saliya kîmiyabarana Helebceyê xwe amade bikin.