Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di vegera xwe ya ji welatê Pakîstanê bo Tirkiyê, di balefire de der barê rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan di axivitina xwe de bê ku behsa çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê bike ji bo PKK’ê got ku “Çekdanîn çareye ne bêdengkirina çekan.” Her weha got “Heta ku çek di destên terorîstan de ye, dibe ku di her kêliyê de biteqe. Weke ku me berê jî gotî, di kêliya ku terrorist PKK’ê çekdanî dê rê jê re bê vekirin biçe welatine din.” Erdogan bal kişand ser rewşa Îraqê jî û got “Aloziya di navbera Hikûmeta Navnedî a Îraqê û Rêveberiya Hikûmeta Kurdan (Herêma Kurdistanê) de me bi guman dike. Ya ku li Îraqê dibe, nayê dîtin ku karê hundire.”
Avestakurd