Serrûpel Nûçe Aldar Xelîl: Em amade ne tevlî operasyona rizgarkirina Idlibê bibin

Aldar Xelîl: Em amade ne tevlî operasyona rizgarkirina Idlibê bibin

Belav bike

Hevserokê Desteya Rêvebir a TEVDEMê (Aldar Xelîl) ji kenaleke Rûsî re ragihand, ku şervanên wan amade ne hevkariyê li gel her hêzeke rizgarîxwaz bikin ji bo operasyona bakurê Sûryê li parêzgeha Idlibê.

Aldar Xelîl got: Heger rêketinek bê kirin, em amade ne ji bo derxistina terorîstan ji Idlibê, roleke bihêz bilîzin.

Xelîl got jî: Idlib ji aliyê çekdarên terorîst ve, yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, hatiye dagîrkirin û Kurd jî li wê navçeyê hene û ji erkê me ye weke welatiyên Sûrî, em wê parêzgehê jî rizgar bikin.

Navhatî red kir, ku di dema dawî de, nêzîkatî di navbera wan û Hikûmeta Sûryê de çêbûbe û got: Tiştê ku belav dibin ji rastiyê dûr in.

Berî niha jî çendîn caran serkirdeyên TEVDEMê red kirin ku hevdîtin di navbera wan û rêjîma Sûryê de hatibin kirin, lê di dema dawî de Rojnameya El-Weten ya ser bi rêjîma Sûryê ve tekez kir, ku çendîn caran şandên Hikûmetê li herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê (Hesekê û Qamişlo) li gel YPGê û HSD civiyan e û rêketin ku zeviyên petrola Rimêlan vegerin bin desthilata Hikûmetê, herwiha di dema dawî de, YPGê li gorî wê rêketinê taxa Neşwa ya başûrê rojavayê bajarê Hesekê radestî hêzên rêjîmê kir. K24