Serrûpel Nûçe Hêzên li Dijî Terorê hişyarî da dezgehên ragihandin: Careke din dubare nekin!

Hêzên li Dijî Terorê hişyarî da dezgehên ragihandin: Careke din dubare nekin!

Belav bike

Di daxuyaniyekê de, Hêzên li Dijî Terorê li Kurdistanê hişyarî da dezgehên ragihandinê.

Hêzên li Dijî Terorê li ser êrîşa duh li hemberî avahiya parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: Ji bo hemû kenalên ragihandinê bê cudahî. Di bûyera duh de li dijî avahiya parêzgeha Hewlêrê, derket ku kenalên ragihandinê gelekî ne profesyonel kar dikin û di dema rûmalkirina nûçeyên xwe de, bi tu awayî rewşa emnî li ber çavan negirtin, xema wan a serekî tenê like û destxweşî bû.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku “Ji niha û pê ve, xwedê neke bûyereke wek a duh dubare bibe, nabe bi ty awahî kenalên ragihandinê nêzîkî cihê bûyerê bibin û rûmala wê bikin, heger pabendî vê yekê nebin, emê bi tundî tedbîrên yasayî beramberî wan bistînin û ew dezgeh wê li ser encamên karên xwe berpirs bin.

“Em hêvî dikin careke din dezgehên ragihandinê, berpirsane muamelê li gel bûyeran bikin û prensîbên rojnamegriyê biparêzin û, careke din vê şaştiyê nekin ku ev gelek carin dubare dibe.”

Hêzên li Dijî Terorê berdewam dike: 

“Divê rewşa emnî li ber berçav bê girtin, ji ber ku li cem me selametiya welatiyan û karmend û pêşmergeyên me, ji rûmalkirina nûçeyên wan dezgehan giringtir e. Ev cur rûmalkirina ku kenalên ragihandinê ji bo nûçeyên xwe dikin, ji bilî xizmetkirina terorîstan, tu wateyeke din nade.

Em bi hêvî ne, ev karên wan yên dezgehên ragihandinê, ku gelek carin dubare dibin, dawîn car be, ji ber ku careke din ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.