“Ji aliyê rêzdar Semahet Muqteda Sadir ve dawetnameyekî gihîşt, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, bo ku li bajarê Necefa pîroz bi mebesta nirxandina wan qeyranên li holê de ye li gel Serok Wezîrê Îraqê birêz Nurî Malikî bicive.
Li demek de rêzdar Serok Mesûd Barzanî rêz û pêzanînên xwe ji bo vê helwesta birayê rêzdar Semahet Muqteda Sadir heye. Lê belê ev kêşe û qeyrana welat girtiye ne kêşeya taybetiya navbera Barzanî û Malîkî ye, belku kêşeya desthilatdariyêye li Îraqê ku xwe bi pabendnebûna destûra bingehîn û wan peymanan dibîne ku Hikûmeta niha ya federalî û çawayiya birêvebirinê ji wê peymanê berhem hatiye.
Me pê başe, dûpat bikîn ku Serok Barzanî herdem bi hevdîtina li gel birayê birêz Muqteda Sadir xweşhal dibe.
Dr. Umêd Sabah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24/11/2012″