Siyasetmedarê Kurd û Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay li ser nemana pêvajoya aştiyê rexne li hikûmeta Tirkiyê û PKKê girt û ragihand, her du aliyan, hem hikûmeta Tirkiyê û hem PKKê şaşî kirin û rêya ku niha dane pêşiya xwe, wiha nameşe û dê bixitime. Kemal Burkay daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir, ku dest ji çek û siyaseta şer berdin û got, “mesele ne çekên PKKê ye, di holê de mafên gelê Kurd heye û divê were çareserkirin.”
Kemal Burkay di daxuyaniyeke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de amaje bi pêvajoya aştiyê ya di çend salên bihorî de kir û bi rexnegirtina ji PKKê û hikûmta Tirkiyê ragihand, hêviyek jibo rawestandina şer û çareserkirina Pirsa Kurd li Tirkiyê hebû, lê belê her du aliyan şaşî kirin û pêvajo nema.
Burkay got: “Hêviyek hebû ku ew rewşa şer bi dawî bibe û pirsa Kurd di çarçoveya dadmendî û li gorî pîvanên medenî çareser bibe, lê mixabin ew yek pêk nehat. Herdu aliyan şaşî kir. Bi min bîr û baweriya herdu aliyan jî li hevdu nedihat, lewma ew pêvajo qut bû û cardin şer dest pê kir û rewş xirab bû û bajarên Kurdan serûbino bûn.”
Wî siyasetmedarê navdarê Bakurê Kurdistanê diyar kir, ku Pirsa Kurd li Tirkiyê bi şer û çek nayê çareserkirin û daxwaz ji herdu aliyên hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir, ku dest ji çek û şer berdin. Kemal Burkay nêrîna xwe wiha anî ziman: “Di vî warî de raya me zelal e, û ti caran nehatiye guhertin. Em dibêjin bi rêya şer ev pirs çareser nabe. Di vî warî de hem pêwîst e PKK dev ji çek û şer berde û hem jî hikûmeta Tirk. Pirsgirêk ne tenê çekên PKKê ne, di holê de mafê gelê Kurd heye.”
Burkay tekez kir, ku divê mafên gelê Kurd li Tirkiyê bihê dan û daxwaz kir, ku Kurd li herêmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi sîstema federalî xwe birêve bibin.
Burkay nêrîna xwe derbarê çawaniya çareserkirina Pirsa Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de wiha anî ziman: “Bila dewleta Tirk li ser bingehên wekheviyê û li gor pîvanên cîhanî û medenî çareser bike, bila mafê miletê Kurd nas bike. Ew çi ye? Kurd bikaribin li herêmên xwe li Kurdistanê rêveberiya xwe bikin û ew yek jî bi sîstema federaliyê dibe. Bila zimanê Kurdî ligel zimanê Tirkî bibe zimanê fermî û bila di dibistan û zanîngeha de bibe zimanê perwedeyê. Ev mijar girîng in. Rêya çareseriya pirsa Kurd ev e.”
Serokê Weqfa Rêya Azadiyê derbarê egera destpêkirina pêvejoyeke nû jibo çareserkirina Pirsa Kurd de jî da xuyakirin, ku zemîne niha negucaw e, lê rewş dikare were guhertin. Kemal Burkay got, divê Kurd siyaseta xwe rast bikin û li hêviya hikûmeta Tirkiyê nemînin. Burkay rexneyên giran li PKKê jî kirin û tekez kir, “PKK niha çima şer dike, ku tiştekî jî ji bo kurdan naxwaze.”
Burkay wiha axivî: “Îro ev zemîn nemaye û duh ji îro baştir bû, lê ji ber vê siyaseta şaş kes nikare bigihêje encamekê baş, rewş dikare were guhertin û baştir bibe. Divê PKK, dewleta Tirk û Kurd siyaseta xwe rast bikin. Divê Kurd li benda dewletê nemîne, ew bixwe siyaseta xwe rast bikin. Çima PKK şer dike? Tiştekê jî bo Kurdan naxwaze. Ev tiştên me behs kirine di nav daxwazên PKKê de nîne.”
Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê, Kemal Burkay da zanîn, ku rewşa ku niha heye bi wî awayê nameşe û rêya li pêş her du aliyan, hem hikûmet û hem jî PKK, dê bixitime û jibo çareserkirina vê rewşa niha destnîşan kir: “Gelek tişt ne di destên me de ne, çi qas ji me tê em hewl didin rêya rast nîşan bidin. Berî her tişt divê PKK û dewlet dev ji siyaseta xwe ya şaş berdin. Îro rewş xirabe û ew şaşiyên berê dubarê dibin, lê wisa nameşe û ew rêya li pêş wan dê bixetime. Bo herdu aliyan jî başe li ser bingehên wekheviyê, danûstandinê cardin destpê bikin. Aştî û demokrasî tê vî welatî, ev ji bo xelkê Tirk jî baş e.”