Serrûpel Nûçe Ev pêşmerge yên li Rojavayê Kurdistanê ne

Ev pêşmerge yên li Rojavayê Kurdistanê ne

Belav bike
 Li gor agahiyên hatine bidestxistin û hinek jêderên pêbawer ji Dêrika Hemko û Qamişloyê ji Avestakurd re ragihandîn, wêneyên li ser rûpelên facebookê hatîn belavkirin ku tê îdîakirin ev wêneyên pêşmergeyên ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ji rastiyê dûrin û ti bingeha van nûçeyan nîne. Di xwepêşandanên roja înê de hinek ciwan bi cilên leşkerî tevlî xwepêşandanan bûbûn. Li gor jêderên ji deverê ragihandîn ev komên han yên bi navê Şêx Meşûq, Mela Mistefa Barzanî, Tehsîn Hemû û herî dawî jî li Dêrika Hemko Ketîbeya Şehîd Îdrîs Barzanî hatî ragihandin her xelkên Rojavayê Kurdistanê ne ku li wir dimînin û ji PYD’ê dûr nêzîkî partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê ne.

 

Avestakurd