YPG’ê der barê pêşketin û civîna li Hewlêrê de belavokek ji bo raya giştî belavkir û tê de aşkere dike ku dê YPG’ê weke xwe bimîne û bi tu hêzan re nabe yek û deriyê wê ji bo her kesî vekiriye ku werin û tevlî nava refên YPG’ê bibin. YPG’ê di belavoka belavkirî de ku bi zimanê erebî ye û kopiyeke wê gihişte Avestakurd jî dibêje “ji demeke kurt were û ji ber hinek mudaxeleyên derve û girêdana hinek partiyên Kurdan bi ji derve ve û ev hemû sedem bûn ku kolana Kurdî nebe yek û van hêzan yekîtiya Kurdan astengkirin.” Her weha YPG’ê di dide diyarkirin Desteya Kurdî erkê xwe bicih neanî û tenê bû komîteyeke tensîqê. Her weha dibêje “Êdî ev partiyên Kurdî nema nûnertiya gelê Kurd dikin. Li vê dawyê Herêma Kurdistanê bang wan kir û li ser wan hinek biryar teqez kirin.” YPG’ê di belavoka xwe de balê dikişîne ser qonaxa aavakirina xwe, pevçûnên wa bi hêzên rejîmê re û hêzên din re û wendahiyên di nava refên wan de bûyîn û dibêje “Li cem hêzeke bi hezaran leşker heye ku xwe perwerdekirî û di qada şer de xwe li dijî êrîşên dijminan xwe îsbat kirî heye. Gelek deverên Kurdî bi rêya parastina gel hatin rizgar kirin. Lewma em ji van aliyan pirs dikin; li dema ku me bi hêzên rejîmê û şebîhayên wan re şer dikir hêzên we li kû bûn? Hêzên we li kû bûn dema şer li dijî komên çekdar li Serêkaniyê dihate kirin? Me hûn li cem xwe nedîtin? Lê belê, hûn di nava komên çekdar de bûn ku dixwestin diziya gel bikin, gel talan bikin bê guman em behsa kesên bi şeref û rûmet nakin ewên li cem YPG’ê sekinîn.” Û dibêje “Tu hêzek nîne em pê re bibin yek. Û heta em destûr nadin hêzên kertûnî ku li ser gotûbêj bêne kirin ku ji bo xwe bikin çekek weke komên vê dawiyê li Dêrik, Qamişloyê û Amûdê hatine avakirin. Berûvajî em pêdivî gel bi artêşeke mezin dibînin û bang li her kesî dikin yên dixwazin gelê xwe û rûmeta xwe biparêzin deriyê YPG’ê ji wan re vekiriye.” Her weha YPG’ê bang li gel kir ku ‘beramber hemû lîstik û bê bextiyan hişiyar bin.’ YPG’ê navê Artêşa Aazd a Kurdî jî red kir.
Avestakurd