Mueyîd Teyîb di berdewamiya axivitina xwe ya rojnameya Şerq El Ewset re kirî, got “Divê xala 140’ê li deverên veqetiyayî were pêkanîn.” Her weha Teyîb diyarkir “Sedema bilindkirina qeyranê ew e ku mebestên Partiya Qanûnê (Nûrî El Malikî) ên yekdestî di destûrê de û nerêzgirtina ji peymanên berê re ye.” Her der barê vê mijarê de û ji hamen jêderê re Sekerterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer got “Biryar bû duhî (26/11/2012) li demjmêr 12 civîn çêbe lê heta demjmêr 3’yê êvarê dereng ma. Em li ser pêşketinên qadeyan û çawaniya xilasbûna ji qeyrana li deverên veqetiyayî sekinin. Di civînê de me teqez li ser hinek xalên bingihîn kirin ku ew jî ew e ku; bilez hewldana sekinandina çapemeniyê di vê mijarê de, netevgerkirina hêzan di dema niha de, vegerandina hêzên zêde yên ku di van demên dawî de bicihbûyîn bo binecihên wan, sekinandina li ser mekanîzma çawa tevgerkirina hêzên pêşmerge û artêşê li deverên veqetiyayî li gorî peymana sala 2009’an. Ez dikarim bêjim ku danûstandin erênî bûn. Û ji îro pêde emê dest bi hûr û kûrahiya çawaniya pêkanînê bikin û paşê jî çalakkirina komîteya hevbeş.”
Avestakurd