Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser li Şengalê (ser bi PKK ve ye) Herbo Xidir got, dema ku konvoya serkirdeyê PKK Zekî Şengalî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve gate bombebarankirin, ew jî di nava konvoyê de bû.
Xidir, got berî ku balafirên Tirkiyê bombebaran bikin, helîkopterên Îraqê çavdêriya wan dikin û ew xistibûn bin kontrola xwe.
Fermandarê Hêzên Êzdiyan Qasim Şeşo jî berî niha gotibû ku Îraqê di derbarê Zekî Şengalî de zanyarî dane Tikriyê.
Destê Heşda Şebî di kuştina Zekî Şengalî de heye, ji ber ku ew ji her tiştî wî agahdar bûn.
Berî 2 rojan ji bombebarankirina konvoya Zekî Şengalî serokwezîrê Îraqê li Enqerê bû û hevdîtin ligel serokê Tirkiyê Erdogan pêk dianî.