Serrûpel Nûçe Keça Efrînî Avesta Îso li Almanya Kurdish Fashion pêşkêş kir – Vîdyo

Keça Efrînî Avesta Îso li Almanya Kurdish Fashion pêşkêş kir – Vîdyo

Belav bike

Keçeke Kurd bi navê Avesta Îso li Almanya defîleyeke cil û bergên kurdî vekir.

Di wê defîleyê de keçên 15 keçên alman û kurd cil û bergên kurdî li xwe dikin û di defîleyê de pêşkêş dikin.

Avesta Îso, ji Efrînê ji gundê Kefer Sefrê re, ev 3 sal û nîv in li Almanya bajarê Sarbrucken dimîne.

Wê weke dîzayner xwendina xwe temam kiriye û ev yekemîn Fashion Show ya wê ye.

Avesta Îso, tekane keçeke Kurde ji rojavayê Kurdistanê ye ku minheyekê ji hikûmeta Almanya distîne, û weke dîzayner xwendina xwe temam dike û defîle showyekê pêşkêş dike.