Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka (John Kerry) eşkere kir, ku di sala 2010an de, serokê Sûryê Beşar Esed peyameke nihênî ji serokwezîrê Israîlê re Benjamin Netanyahu û serokê Amerîka Barak Obama re şand û têde amadebûna xwe ji destpêkirina piroseya aştiyê bi Israîlê re da xuyakirin.
John Kerry di bîrnameyên xwe de, ku îro hatin belavkirin dibêje: Min pêşinyarek nihênî ji bo aştiyê, ji serokê Sûryê gihand Obama û Netanyahu. Di wê pêşinyarê de, Esed da xuyakirin ku ew amade ye, bermaberî vegerandina bilindahiyên Colanê û aştiyê bi Israîlê re, ji gellek mercan dakeve, ku berî niha Sûryê ji wan danediket.
Kerry diyar kir, ku beramberî wê pêşinyara Esed û daketina wî ji wan mercan, serokwezîrê Israîlê matmayî bû.
Herwiha Kerry dibêje: Di sala 2009an de, dema ez serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Kongirês bûm, min serdana Şamê kir û li gel Esed civiyam, min ji wî re behsa bingeha Kuber ya etomî kir, ku di sala 2007an de, ji aliyê firokeyên Israîlî ve, hat wêrankirin. Li ser wê yekê Esed li çavê min nerî û got: Ew bingeh ne etomî bû.
Kerry dibêje: Ew gotina Esed dereweke bê aqil bû, Esed bê dudilî derew kir. Ew kesê ji nêzîk ve û di riwê mirov de, derewan bike, dikare bi hêsanî derewan li cîhanî tevî bike, piştî ku bi çekên kîmawî êrîşî gelê xwe kir û bi gazên jehrawî gelê xwe kuşt. K24