Serrûpel Nûçe Keçeke din ya Êzdî ji destê Daişê rizgar bû

Keçeke din ya Êzdî ji destê Daişê rizgar bû

Belav bike

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, keçeka din ya êzîdî, ku terorîstên DAIŞê ew biribûn Sûriyê, hat rizgarkirin.

Husên Qaidî daye zanîn, ew keça êzîdî ya ku hatiye rizgarkirin, temenê wê 18 sal û xelka gundê Werdiye yê Şingalê ye.

Li gorî amara ku wî rayedarê êzîdî daye, heta niha ji 6 hezar û 414 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, 3 hezar û 326 revandiyên êzîdî hatine rizgarkirin. Bas