Lîwa Fazil Berwarî, fermandarê hêzên antî teror yê Îraqî li Hewlêrê di encama celteya dil de jiyana xwe ji dest da, û li Duhokê, bi ala Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Lîwa Fazil Berwarî, di şerê li dijî terorê de li Iraqê û li dijî Daişê, weke qehremanekî hatibû naskirin.
Fazil Berwarî kî bû?
- Fazil Cemîl Berwarî sala 1966 li Duhokê ji dayîk bûbû.
- Lîwa bû û fermandarê Firqeya Taybet a Yek bû, Antî Teror.
- Di navbera salên 1980 heta 1991ê fermandarê batalyona pêşmerge bû ye.
- Di şerê DAIŞê de roleke giring lîstibû.
- Ew ji Duhokê, ji herêma Berwarî bû.