Li Tirkiyê li bajarê Kayseriyê dijî qereqola polîsan a Pinarbaşiyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Gorî agahiyên ewil 2 polîsa jiyana xwe wenda kirine û gellek jî brîndar hene.
Êrîş saet di 9.30 an de qewimîye. Êrîşkar xwestiye ku bi trimbêlê têkeve navenda polîsan. Ji aliyê polîsan ve hatiye bêtesîrkirin lê bombeya di trimbêlê de teqiyaye.