Serrûpel Nûçe Murad Ciwan ji dengderên YNK dixwaze dengê xwe bidin PDK

Murad Ciwan ji dengderên YNK dixwaze dengê xwe bidin PDK

Belav bike

DIVÊ DENGDERÊN ALÎGIRÊN YNK-Ê BI EMANETÎ BE JÎ VÊ CARÊ DENG BIDIN PDK-Ê

Yekîtî di qonaxeka gelek dijwar û hassas re derbas dibe, hê misoger nekiriye ku ê bi tevayî rola kartêkir a xayînên 16ê oktoberê ji nav xwe bimale.

Di qonaxeka wiha xeter de lazim e hemû hilbijêrên Kurdistanê berpirsiyariya tarîxî li ser xwe bibînin ku deng bidin PDK-ê. Bi taybetî jî hilbijêrên alîgirên Yekîtiyê yên hergavî. Di vê hilbijartinê de divê bi emanetî jî be dengên xwe bidin PDK-ê.

Eger wiha bikin hem hêzên welatperwer ên zindî yên nav Yekîtiyê ê biserkevin, him jî Kurdistan ê toqa esaretê ji hustuyê xwe derxe û ber bi yekrêziyeka neteweyî ve biçe.

Çarenivîsa Kurdistanê di destê dengderan de ye û ew roj hatiye ku wê desthilata xwe têxin gerrê. (Murad Ciwan)