Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî a Îraqê de taybet ji rojnameya Zaman re axivî ku dê li roja duşembê bê belavkirin. Serokê Herêma Kurdistanê di axivitina xwe de dide diyarkirin ku Kurd şirîkên bingehînin di Îraqê de û dê destûr bimîne desthilat di nêrîna wan de û dibêje ku divê Serokwezîr pêgiriyê bi destûrê bike û derveyî wê dernekeve. Serok Barzanî her weha teqez li wê yekê dike ku ew haj ji yekîtiya Îraqê hene û dê nebin sedema parçekirina wê. Ji bo mijara xala 140’ê de ya deverên veqetiyayî jî Serok Barzanî dibêje “Rêkirina leşker li dijî Herêma Kurdistanê yekser fermana xwe ji nivîsîngeha Malikî ye. Ji wan weye zêdekirina leşker û çekên giran li deverên veqetiyayî dê Kurd neçar bike ji xala 140’ê gavê paşde biavêje.” Lê Serok Barzanî soz dide û weha pêdediçe “Ems oz didin deverên di nava 104’ê de ku hemû mafên wan bêne bidestxistin.” Ji aliyekî din ve Serok Barzanî diyar dike ku çawa ji xizmetê ji Kurdan dixwaze heman astê ji hemû Îraqiyan re dixwaze. Û got ku mixabîne ji aliyê Hikûmeta Malikî ve milyarê dolaran diçe bê ku welatiyên Îraqê para xwe jê wergirin. Her weha Serok Barzanî teqez li wê yekê jî kir ku ‘Herêma Kurdistanê dê ji bilî hilweşîna Operasyona Dîcle qebûl neke, ji ber ku nedestûriye.” Serok Barzanî got jî ku ew ne li dijî bihêzbûna artêşa Îraqê ne, lê divê artêş ya Îraqiyan be ne ya kesekî bi tenê.
Avestakurd