Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro în 28.09.2018 li ser daxwaza xwe û ji bo pirs û raya li ser posta Serokomar, birêz Dr. Berhem Saleh serdana me kir.
Ligel rêz ji bo Kak Dr. Berhem lê belê posta Serokomarî pêwîste bi îstîhqaqatê siyasî ya ji bo gelê Kurdistanê, neku şexs û aliyek û ev post pêywendî bi hemû pêkhatên Iraqê ve heye bi gelê Kurdistanê ve jî. Me pê baş bû ku hemû aliyên Kurdistaniyan li ser yek kandîd rêk ketiban, lê belê biraderên Yekîtiya Niştimanî yekalî kandîdê xwe diyar kir û paşê aliyên Kurdistaniyên din û Partiya Demokrata Kurdistanê jî kandîdê xwe ji bo vê postê diyar kir.
Niha jî ji bo yekalîkirina vê pirsê pêwîste mekanîzma diyarkirina kandîdê ji bo Serokomar her li aliyê Kurdistaniyan bimîne û rêz li raya zorîneya xelkê Kurdistanê bê girtin. Herwiha me pê başe diyarkirina birêzek ji bo Serokayetiya Komarê Iraqê ji bo raya fraksiyonên Kurdistaniyan li Bexda vegerê. Her birêzek dengê zêdetirê nûnerên aliyên Kurdistaniyan bi dest ve anî wekî kandîdê Kurdistanê ji bo Serokayetiya Komar bê diyarkirin û daxwaz dikim hemû aliyek rêz li raya zorîneya fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda bigrin.
Mesûd Barzanî
28.09.2018