Serrûpel Nûçe Li dijî Nûrî El Malikî dengê Ereban bilind dibe

Li dijî Nûrî El Malikî dengê Ereban bilind dibe

Belav bike

 Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Ûsame Nucêfî ragihand ku bê razîbûna parlemana Îraqê hilbûna her şerekî ne rewa ye û bi hemû şêwayî piraniya Hikûmetê şer red dike. Îro (2/12/2012) li hola parelamana Îraqê der barê alozî û qeyrana li Îraqê de civîneke çapemenî li dar xist. Di civînê de Nucêfî diyarkir ku “Her şerekî ku artêşa Îraqê bixwaze pêbixe bê razîbûna parelaman ne rewa ye.” Her weha Nucêfî diyarkir ku ew tucarî tiştekî weha qebûl nakin û piraniya Hikûmetê vê yekê red dike. Hêjayî gotinê ye, der barê daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî yên dawî de ku gotibû ‘dibe êdî ev şer bibe şerê neteweya Ereb û neteweya Kurd’ de gelek aliyên siyasî yê Ereb ên Îraqê li dijî derketin û diyarkiribûn ku ew qebûl nakin dilopeke xwîna yek Îraqayekî bê rijandin.

 

Avestakurd