Li gor Manaf Tlass der barê Beşar El Esed de ji rojnameya Sunday Times re axivî, Tlass dibêje “Ez nizanim çawa û çi demê dê çekên kîmyawî bikar bîne, lê li dijî gelê xwe hêzên asîmanî û tankan bikarî tîne. Ji ber vê çendê jî bikaranîna çekên kîmyawî parçeya heman mentiqî ye” Tlass der barê nêzîkbûna Esed ji gelê Sûriyê re jî got “min tu carî guman nedikir ku Beşar El Esed dê weha nêzîkî gelê xwe bibe.” Her weha Tlass diyarkir ku divê mudaxele li dijî Sûriyê neyê kirin, lê bê ku çek bikeve destê radîkalan divê welatên weke; Franse, Emerîka û Îngîltere muxalefata Sûriyê çekdar bike. Her weha got jî ku ew bi rêya Artêşa Azad karî ji welat bireve.
Avestakurd