Serrûpel Nûçe Tirkiyê – Îraq û YNK li dijî PKK li hev kirin

Tirkiyê – Îraq û YNK li dijî PKK li hev kirin

Belav bike

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu hefteya derbasbûyî li Bexdayê bû.

Ligel serokomarê Îraqê Berhem Salih û serkirdeyên YNK civiya.

Li vegerê li Enqerê Çawuşoglu di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku YNK û serokê Îraqê soz dane wî ku ewê bi Tirkiyê alîkar bin ji bo ku PKK ji Îraqê derxînin û ewê bi Tirkiyê re şerê PKK bikin.

Bi sûcê piştgiriya PKK, Tirkiyê hemû pêwendiyên xwe bi YNK re qut kirine, ofîsa YNK li Enqerê girt û qedexe kir ku balafirên ji balafirxaneya Silêmanî di ser ezmanê Tirkiyê re bifirin.