Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Pilana 16 Oktobera 2017 mezintirîn xiyanet bû

Mesrûr Barzanî: Pilana 16 Oktobera 2017 mezintirîn xiyanet bû

Belav bike

Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî daxuyenek derbarê yekem salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017 belav kir tê de ragehand ku,pilana 16ê Cotmeha 2017an mezintirîn xiyanet bû ji mafê çarenivîsa neteweyeke çewsave hate kirin.

Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê bi zimanê kurdî û herdu zaravê Soranî û Kurmancî û li gel zimanê erebî, tirkî û îngilîzî belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî got ku,  xiyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017 belav kir tê de ragehand ku,pilana 16ê Cotmeha 2017an mezintirîn xiyanet bû ji mafê çarenivîsa neteweyeke çewsave hate kirin di heman demê de rûyê rasteqîne yê xiyanetkaran jî der xist û xakfiroş ji nîştimanperweran cuda kir.

Mesrûr Barzanî Hêvî kir ku, xelkê Kurdistanê û aştîxwaz rastiyan ji bîr nekin û ji vê zêdetir rê nedin bo post û paye bi jiyan û çarenivîsa wan were lîstin. (Basnews)