Serrûpel Nûçe “Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyê wê bi hev re êrîşî YPG –...

“Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyê wê bi hev re êrîşî YPG – QSD bikin..!”

Belav bike

Sernivîserê rojnameya tirkî Yenî Şafak Îbrahim Karagül ku gelekî nêzîkî Ak Partî ye, nivîsand ku di dema pêş de ne dûre artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriyê bi hev re şerê YPG û Hêzên Surya Demokratîk bikin.

Li ser axaftina serokomarê Tirkiyê ku gotibû, di demeke nêzîk de ewê li rojhilatê Firatê jî dest bi operasyonekê bikin û dawî li bingeha terorîstan bînin.

Karagül her wiha diyar dike ku eger Tirkiyê bi tehdîdê hesiya, wê Tirkiyê bi artêşa Sûriyê re gaveke wiha hevbeş bavêje, ji bo ku Tirkiyê rastî tehdîdê neyê wê bi Sûriyê re li rojhilatê Firatê karê hevbeş bike.