Hêzên asayîşa Hewlêrê, ciwanek rzigar kir ku ji aliyê pasevanên Qubad Talabanî ve hatibû revandin û ew bi tundî hat hişyarkirin.
Jêderekî taybet ji BasNewsê re ragihand ku pasevanên Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Celal Talabanî, Qubat Talebanî li Hewlêrê bi du otomobîlan hatine ciwanekî bi navê Reşad Cebar Xeylanî revandine û birine mala Qubat Talebanî. Wî jêderî aşkera kir ku her di demek zû de hêzên asayîşa Hewlêrê ji bûyerê agahdar bûne û çûne mala Qubat Talebanî.”
Wî jêderê taybet axaftina xwe wiha domand: “Ew pasevanên Qubat Talebanî ji aliyê asayîşê ve bi tundî hatine hişyarkirin û ji wan re hatiye gotiin ku Hewlêr ne ew der e ku her kes bêyî biryara dadwer bi daxwaza xwe kesan birevîne û destgir bike. Ew pasewan hatine hişyarkirin ku careke din bûyereke bi vî rengî rû nede û eger tawan û meselek li holê hebe, bila serî li rêyên yasayî û dadgehê bidin.” Bas