Serrûpel Nûçe Qatilên karsazê Kurd Hejar Hesen ji Mexmûrê çûbûn rojavayê Kurdistanê

Qatilên karsazê Kurd Hejar Hesen ji Mexmûrê çûbûn rojavayê Kurdistanê

Belav bike

Eşkere bû ku kujerên karsazê Kurd Hejar Hesen, ji Mexmûrê çûbûne rojavayê Kurdistanê navê wan jî ev in:

Kujderê bi navê Heval Hogir e. Ji Mexmûrê çûbû rojavayê Kurdistanê û li wir xebata siyasî dikir.

Eşkere dibe ku wî û xuşka xwe û kesê bi navê Burhan Beşîr Îsa, destê wan di kuştina Hejar Hesen de heye.

Hejar Elî jî birayê Şehîd Xebat e.

Hogir, piştî ku Hejar dikujin, ew diçe sersaxuya wî wî jî û beşarî şînê dibe.

Piştre eşkere dibe ku wî û 2 kesên din Hekar kuştine, asayîş wan digire, ew tê cezkirin û dikujin.

Burhan jî hate girtin û bi wî re 80 hezar Euro hate girtin.

Çîrok wiha ye:

Li Dêrika Hemko, hinek êrîşî karsazê Kurd Hejar Hesen kirin, ew kuştin (13.10.2018) û pereyên ku pêre bûn birin.

Hejar Hesen, li dergehê El Welîd, ji aliyê kesên nenas ve, bi sîlehê hate kuştin.

Hejar li ser sînor karê bazirganî dikir.

Dema ku ew hate kuştin 140.000 Dolar û nêzîkî 2.5 mîlyon pereyên Sûrî pêre bûn.

Ew di otomobîla xwe bi sîlehê hatibû kuştin. Termê wî li ser riya di navbera Dêrik û Til Xenzîr de hate dîtin.

Ew 28 salî bû û bavê 2 zarokan bû.