Serrûpel Nûçe Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Efrînê kir – foto-

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Efrînê kir – foto-

Belav bike

Îro roja sêşem 23.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Efrînê (Encûmena Sivîl ya rizgariya Efrînê) kir.

Şand ji Dr. Fewzî Qedûr, Dr. Hikmet Axa Şikakî, Dr. Elî Reûf, Arif Hebeş, Îbrahîm Korêş, Ferîd Reşîd, Riyad Mislim Ehmed pêk hat.

Serok Barzanî di hevdîtinê de ragihand ku Efrîn jî berdewamiya karesat û zulma li ser gelê Kurdistanê ye.

Şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartina Parlementoya Kurdistanê de li Serok Barzanî kir û ragihand, ew bi serkeftina PDKê serbilind in û serkeftina PDK cihê hêviya hemû aliyekî ye.

Her di vê civînê de rewşa siyasî û mirovî ya Efrînê û rewş û debara nîştecihên Efrînê û koçberan û her wiha gefên guherîna demografiya wî bajarî ji aliyê hêzên cur bi cur ve hate nirxandin. Şanda mêvan jî Serok Barzanî ji naveroka azardana xelkê û binpêkirina wan li dijî Kurd li wê navçeyê agahdar kir. Herwiha gileyî jî li civaka navdewletî kir, ku li beranber wan binpêkirinên li ser xelk û sirûşta Efrînê tê kirin çavpoşî kirine.

Li beranberê, Serok Barzanî  xwe li ser paşaroja Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê nîşan da û eve jî xisterû, ku Efrîn jî berdewamiya wê zîncîreya karesat û zulmê ya ku ji berê ve li gelê Kurdistanê hatiye kirin e. Her wiha di derbarê hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û paşaroja Sûriye û Efrînê de rûnkirinên pêwîst ji bo şanda mêvan xisterû.