Serrûpel Nûçe Ayetullah Sîstanî Malîkî hişyar kir

Ayetullah Sîstanî Malîkî hişyar kir

Belav bike

Ayetullah Sîstanî, ku li Iraqê rêberê olî yê herî bihêz e, di mijara nakokiya di navbera Herêma Kurdistana Federe û hikumeta navendî a Iraqê de Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî hişyar kir. Sîstanî bi rêya biroya xwe peyamek weşand û ji Malîkî xwest ku, bila dûra gavên ku Iraqê ber bi şerekî ve dibe bisekine. 
Li gorî nûçeya Peyamnerê, Ayetullah Sîstanî di peyama xwe de diyar kiriye ku, ger şer biqewime ji vî şerî tenê gelê Iraqê wê zirarê bigre. 
Berê jî rêberên Şîiyên din helwesteke wek Sîstanî nîşan dabûn û xwestibûn ku nakokiya di navbera her du aliyan de bi diyalogê di nav yekîtiya Iraqê de bê çareserkirin.