Serrûpel Nûçe Sezen Aksu ji bo Ceylanê stranek çêkir (Vîdyo)

Sezen Aksu ji bo Ceylanê stranek çêkir (Vîdyo)

Belav bike

Hunermenda bi navûdeng Sezen Aksu, li ser Ceylan Onkola 14 salî a ku li gundê girêdayî Amedê li Şenlîkê, dema bez diçêrand bi topa hawanê hatibû kuştin stranek çêkir. Strana bi navê “Ceylan” ji aliyê hunermend Nukhet Duru ve hate xwendin. Nukhet Duru, di albuma xwe a dawîn a bi navê “Tam Di Demê de” strana Sezen Aksu a ji bo Ceylan Onkolê çêkiribû stirî.  
Ceylan Onkol, di 28ê Îlona 2009 an de, bi topeke hawanê a ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû avêtin, li navçeya Amedê Lîceyê, li gundê Şenlîkê hatibû kuştin.