Serrûpel Nûçe “Em amadene gel û welatê xwe biparêzin”

“Em amadene gel û welatê xwe biparêzin”

Belav bike

  

Serok Barzanî der barê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de peyamek li ser rûpela xwe ya facebookê belavkir û di peyamê de helwesta gelê Kurd ragihand. Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe dibêje ku li ser ku gelê Kurdistanê rastî mezintirîn sitemkarî û karesatê bûye, çi di şoreşa Îlonê de ya di proseya Efal û kîmyabaranê de, digel wê yekê jî di dema raperîna sala 1991’an de li gor exlaq û lêborînê reftara xwe nîşan da. Her weha Serok Barzanî dide diyarkirin ku Rênameya Barzaniyê nemir ji bo me herdem ew e ku em rênedin şerê navbera Kurd û Ereb û Kurdistan jî herdem hêlînek bû ji bo têkoşerên Ereb û hemû Îraqê. Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê jî ku tişta herî xirab ew e ku şer bikeve navbera du netewan, û got jî lê mixabin niha hin kes hene ku bangeşeya pêkanîna şerê navbera Kurd û Ereb dikin. Her weha Serokê Herêma Kurdistanê bang li gelê Kurd kir ku neşemitin nava vê plane û bang li gelê Îraqê jî kir ku li dijî zimanê tirsanek rawestin û ewên ku vê bangeşeyê dikin dê li hemberî xudê, gel û qanûnê bepirsiyar bin. Serok Barzanî teqez li wê yekê jî kir ku gelê Kurd şer naxwaze, lê ew amadene berevaniyê li gel û welatê xwe bikin.

 

Avestakurd