Serrûpel Nûçe “Ger Îraq parçe bibe dê Tirkiyê jî parçe bibe”

“Ger Îraq parçe bibe dê Tirkiyê jî parçe bibe”

Belav bike

 Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî di hevpeyvîneke taybet de der barê mijarên têkiliya Tirkiyê û Îraqê, aloziya di navbera Kurdistanê û Îraqê de bersiva pirsên nivîskara rojnameya Hurriyetê Zeynep Gurcanli da. Malikî der barê alozî û nakokiyên di navbera Tirkiyê û Îraqê de got “Em têkiliyên baş ligel Tirkiyê dixwazin. Ez şitlê zeytûnê dirêjî Serokwezîr Erdogan dikim. Şansê me jî heye em destê xwe dirêjî nava karê Tirkiyê bikin, lê em nakin. Hûn jî nekin. Em dikarin ji nûve her tiştî destpêbikin.” Nûrî El Malikî di beşeke hevpeyvînê de tirsa xwe ya avakirina dewleteke Kurdî anî ziman û got “Li Rojhilata Navîn bûyerên mezin dibin. Lewma divê car car welatên Herêmê bêne cem hev, hevdîtinan bikin. Divê Hikûmetên li Herêmê destê xwe dirêjî nava karên hev nekin. Li Îraqê, kom û etnîkên cuda dijîn, bi zimanên cuda diaxivin. Li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê jî wehaye. Divê rêz ji hemû mezheb û zimana re bê girtin. Lê, divê welatê milî, hasten Komarê bêparastin. Ger Sûriyê parçe bibe dê Îraq jî parçe bibe, ger Îraq parçe bibe dê Tirkiyê jî parçe bibe.” Di beşeke din ya hevpeyvînê de Malikî behsa PKK’ê kir ku tu agahiya wî ji PKK’ê nîne û got “Hikûmeta Bexdayê li dijî PKK’ê gelekî liberxweda. Me rêveberiya Kurd a Başûrê Îraqê (Kurdistan) neçarkir li dijî PKK’ê li dora masê rûne. Me gelek zext kir. Lê gotin derketiye ku ‘Bexda PKK’ê pêşwazî kiriye’, agahiya min jê nîne, derewe. Min PKK’ê qet li Bexda nedîtiye. Der barê têkoşîna li dijî PKK’ê 2 pirsgirêk hene. Ya yekê, PKK’ê li çiya, di nava erdnîgeriyeke dijwar de dijî. Ya duyê; PKK’ê li Başûrê Îraqê bicih bûye. Niha divê Îraq pirsa PKK’ê çareser bike. Eger ez artêşê bişînim ser PKK’ê, dê pêşmerge li dijî vê yekê derkeve. Pêşmerge wan diparêzin. Eger ez artêşê bişînim Başûrê Îraqê dê pevçûn biqewime, dibe bibe şerekî navxwe, dê xwîna Îrqaiyan birje. Ez vê yekê naxwazim.” Nûrî El Malikî li ser pirsa Kerkûkê jî axivî û diyarkir ew tu carî qebûl nakin Kerkûk bikeve nava sînorê Herêma Kurdistanê û weha pêdeçû “Li 9’ê Avrêla sala 2003’yan de bi pêkanîna peymanê sînorê Kurdistanê hate xêzkirin. Û Kerkûk di nava vî sînorî de nîne. Lê pêşmerge sînorê hatî xêzkirin derbas kir. Em pevçûnê naxwazin. Me hinek pêşniyarî kirin. Kerkûk di nava Îraqê de parçeke Îraqê bimîne. Em qebûl nakin bibe parçeke Herêma Kurdan.”

 

Avestakurd-Jêder: Hurriyet