Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî spasiya Swdê kir

Nêçîrvan Barzanî spasiya Swdê kir

Belav bike

Bi vê minasebetê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkeşî parlamentoya Swêd, gelê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê kir.

Ev li jêr teksta peyama serokwezîrê Kurdistanê:

Birêz serokatiya parlamentoya Swêdê
Birêzan endamên parlamentoya Swêdê

Biryara we ya mirovane û biwêr a parlamentoya Swêdê a li dor nasandina enfalkirina gelê kurd weke jênosîda, dilrehetiyeke mezin bi gelê kurd bezşî ku, cîhan karesatên bi sere gelê kurd hatine jibîr nake û rê nade ku, careke din ew komkujî bên kirin.
Di wê demê de ku, gel Kurdistanê li Îraqê li jêr gefên leşkerkêşiyek din de ye û hêşta ew mafên gelê Kurdistanê yên ku, di destûra Îraqê de hatine tesbîtkirin, ji sedema berdewambûna wê eqilîyeta gelê kurd anfalkirî, bi kiryar nehatîne bicîkirin, biryara we ji me re dibêje ku, kurd û Kurdistan ne bi tenê ye.

Em weke gelê kurd, gelek şer bi ser me de hatine feriz kirin û gelek karesatên şer me dîtin, ji ber hindê em, ji bo aşitiyê gelek xemxor in û em hertin dixebitin ku, arîşeyên xwe bi aşitî çareser bikin. Çunkî cavê me li pêşxistina pirosesa demokrasî û geşkirina welatê me ye, ne li şer û karesatên zêdetir e.

Birayara we yên birêz me teşwîq dike ku, ji bona îstîqrarbûna aşitiya cîhanî û bijênosîdnaskirina enfal û komkujyên gelê kurd, em zêdetir daxwazê ji parlamentoyên welatên din yên cîhanê û civaka navdewletî bikin. Herwesa em hêvîdar in biryara we bibe palderek ku, hikûmeta Îraqê biryara dadgeha bala a tawanan a Îraqê cîbicî bike û malbatên qurbaniyên enfal û hemû ziyanlêkeftiyên êrîşên qirkirina gelê kurd yên ku, dadgehê weke jênosîd naskirine, tezmînat bike.

Careke din sipasiya hemû fraksiyonên parlamentoya Swêdê, hemû parlamentarên kurd li parlamentoya Swêdê, hemû rêxistin û çalakvan  û revenda kurd li Swêdê ku, ji bona derkirina vê biryarê gelek kar kirin, dikim. Hikûmet û gelê Kurdistanê hest û karê we yê mirovane jibîr nake, gelê Kurdistanê li hundirê welat hertim çavê wî li karên reveneda çalake li welatên cîhanê ye. Herwesa sipasiya hemû gelê Swêd dikim ku, îradeya xwe ya mirovdostane bi vî awayî bi rêya vê biryara parlamentoyê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
05.12.2012