Serrûpel Nûçe Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê: Êdî em nabêbjin bila Esed biçe lê…

Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê: Êdî em nabêbjin bila Esed biçe lê…

Belav bike

Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê James Cefrî got, ew îsrar nakin ku serokê Sûriyê Beşar Esed ji ser destelatê biçe, û ew di daxuyaniyên xwe de jî tekeziyê li ser wê yekê nakin.

Cêfrî li Brukselê di konferanseke rojnamevanî de got, mayîna wan li Sûriyê girêdayî hebûna Daişê û hêzên Îranî ye.

Nûnerê Emerîka diyar kir ku ew dixwazin Sûriya li pêş, welatên cîran tehdîd neke, çekên kîmawî bi kar neyne û xelkê koçber bûye bikaribe vegere welatê xwe, gelê xwe nekuje, eger Esed dikare wan karan bike bila li ser hukum bimîne.