Serrûpel Nûçe “Azadiya me tenê ne bes e”

“Azadiya me tenê ne bes e”

Belav bike

 Piştî parlementer di meha Tebaxa borî de pêrgî gerîllayên PKKê hatibûn, wan ew li hemberî çapemeniyê hembêz kiribûn. Li ser vê yekê gellek caran serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ewê mafê destnedana parlementeran rakin. Bi vê armancê dosyayên parlementeran vê heftiyê ji bo Komisyona Edelatê ya Meclisa Tirkiyeyê hatin rêkirin.

Di vê dema ku behsa rakirina mafê destnedana 9 parlementerên BDPê tê kirin, babeta azadkirina 6 parlementerên girtî yên BDPê jî ji rojevê derket. Parlementera BDPê ya Şirnexê, Selma Irmak, yek ji van parlementerên girtî ye. Irmak bi rêya şêwirmendê xwe ji girtîgeha Mêrdînê bersiva pirsên Rûdawê yên li ser herdu mijaran dan.

Parlementera Şirnexê diyar dike ku sedema xitimandina çareseriya pirsgirêka kurd serokwezîr Erdogan e û wiha dibêje: “Serokwezîr bêyî şik pêşeroja welêt dike qurbana pêşeroja xwe ya takekesî. Dixwaze bibe mirovê tekane. Di vê rêyê de jî hewl dide ku hiqûq û mafan binpê bike û hemû astengiyên derdikevin pêşiya wî, biperçiqîne. Bala xwe bidinê, di girtîgehan de ji bilî nêzî 10 hezar siyasetmedarên BDPyî, bi sedan rojnamevan, parêzer, akademîsyen, çalakgerên tevgera jinê û xwendekar hene. Ji darazê re peyaman dişîne û ji bo muxalefeta kurd têk bibe, ji bo em girtî bimînin, li ber xwe dide.”

Bawer nake girtîbûna wan bikeve rojevê

Selma Irmak herwiha dibêje ku di pêvajoyeke wiha de tenê berdana parlementeran an jî anîna vê mijarê ya rojevê, ew rast nabînin û wiha berdewam dike: “Em dibêjin hemû kesên ku nûnertiya gel dikin, divê demek ji ya din zûtir bêne berdan.” Ew ne di wê baweriyê de ye ku di vê demê de ew û hevalên wê yên parlementer azad bibin: “Di pêvajoyeke ku her roj cenazeyek tê ber deriyek de, mirov nikare hêviya anîna rojevê ya girtîbûna parlementeran bike.”

Girtîgehê wekî dojehê nabîne

Parlementer Irmak li ser pirsa ka ji bo azadbûna wan ew ji partiya xwe û hilbijêrên xwe çi hêviyan dikin, dibêje ku ew ne mirovên wisa ne ku li dû navdarbûn û kariyerê bin. Ew kesên ji têkoşîna mafdar û bi rûmet a vî gelî bawer in û wiha pê de diçe: “Ez jî him wekî jineke kurd, him jî wek mirovek ku dil daye têkoşîna azadiya vî gelî, amade me ku bedêla bi her awayî bidim. Ancax dikarim ji partiya xwe û yên ku dengên xwe dane me, hêviyeke wiha bikim; xebateke zêdetir, bilindkirina têkoşînê, helwesteke li hemberî êş û azarên gelê me dikşîne bibe bersiv. Girtîgeh ji bo me ne dojeh in. Şert û mercên wê çiqas giran dibe bila bibe, parçeyek têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Qadeke din a berxwedanê ye.”

Paralêltiya bi parlementerên DEPê re

Parlementera Şirnexê ya di Girtîgeha Mêrdîn de diyar dike ku  hikûmetê her tim hewl daye ku hêviyên Kurdan bişkîne, wan bixapîne, mijûl bike û bi wî awayî bêçareseriyê bidomîne. Pê ve girêdayî jî ew daxwaza rakirina mafê destnedana parlementerên BDPê jî wiha şîrove dike: “Tiştên ku parlementerên DEPê wî wextî dixwestin bikin û yên ku îro parlementerên BDPê dixwazin bikin, heman tişt in. Dixwazin pirsgirêka kurd bi metodên demokratîk, di bin banê meclîsê de çareser bikin… Wî wextî rakirina mafê destnedana parlementerên DEPê, girtinan û bêdengkirin bûn sedem ku ji nû ve çek bikevin dewrê. Ev girêkeke ku bi rikeke pûç û vala tê domandin e. Hikûmeta tirk ji dîrokê ve ye polîtîkaya tinekirin, tinehesibandin, bişaftina Kurdan dimeşîne. Ev bûye sedem ku di navbera du gelan de di şûna hevpariyê de cudabûn çêbibe.” Zekî OzmenMêrdîn (Rûdaw)