Fêsel Mîkdadî di axivitina xwe de îdîakir ku li dijî Sûriyê şerekî derûnî (nefsî-pîskolojîk) tê meşandin û niha jî welat beramber şerekî wehan rû bi rû maye. Û diyarkir ku “Mijara kîmyawî lîstika şanoyê ye ku Rojava xistiye rojevê.” Mîkdadî di berdewamiya axivitina xwe de got “Eger çekên kîmyawî yê Sûriyê hebin jî, teqez li dijî gelê xwe bikarnaîne. Lê şik û gumana min heye ku Rojava çekên kîmyawî bide komên terorîstan û ev komên ha bikarbînin da ku bibe hênceta mudaxeleke leşkerî.” Û Mîkdadî teqez li wê yekê kir ku “Dê bedelê mudaxeleke li dijî Sûriyî gelekî giran be.”
Avestakurd